Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Basin-Iş’ê: Li Tirkîye Dijî Rojnamevanan Givaştinên Sîstematîk Hene


Faruk Eren, Serokê Giştî yê Basin-IŞ'ê li Tirkîyê.
Faruk Eren, Serokê Giştî yê Basin-IŞ'ê li Tirkîyê.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Çapxaneyan ên Tirkîyê (Basin-Iş) Faruk Eren dîyar kir li Tirkîye dijî medya û rojnamevanan givaştin û zextên sîstematîk hene.

Axaftinên Eren tên piştî ku di rojên dawî de hejmareke rojnamevan rastî darizandin û astengîyan hatin.

Di nav vê hefteyê de her sê rojnamevan Murat Agirel, Bariş Pehlivan û Hulya Kilinç jiber çêkirina nûçeya derheqê kuştina endamê Dezgeha Îstîxbaratî ya Tirkîye (MÎT) yê Lîbyayê de careke din hatin girtin û piştî rojekê dîsa hatin berdan.

Herwiha berîya çar rojan nûçegihana Ajansa Mezopotamya Zeynep Durgut li Şirnexê hatibû desteserkirin. Durgut îro Pêncşemê li Şirnex derdikeve pêşberî dadgehê.

“Zextên heyî yên ser medya û rojnamevanan her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî piştî rewşa awarte (OHAL) gelek rojnamevan hatibûn girtin bi dehan televîzyon, rojname û ajans jî hatibûn girtin. Jiber vê yekê jî bi sedan rojnamevan bêkar mabûn,” Serokê Basin-Iş'ê Eren got.

Eren destnîşan kir ku bi girtina rojnamevanan jî tê xwestin ku tirseke ser civakê were avakirin.

“Jixwe em dibînin ku ji alîyê hêzên ewlehîyê rojnamevanên li qadan nûçeyan çêdikin hedef têne girtin. Ev rojnamevanan têne desteserkirin, nahêlin ku dîmenan bistînin û dibin armanca tundîyê,” wî dîyar kir.

Eren wek sedema serekî ya êrîşên ser rojnamevanan dibêje ku desthilat jiber ku naxwaze rastî ji alîyê civakê ve werin dîtin, ev êrîş zêde dibin.

“Tevî van êrîşan jî rojnamevan jibo çêkirina nûçeyan û dîtina rastîyan karên xwe bi awayekî serketî dikin û ez bawer dikim ku ev jî jibo rojnamevanîya li Tirkîye tiştekî erênî ye û rojnamevan jî li ber xwe didin,” Eren got.

Hêjayî gotinê ye ku li gor pêzanînên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîye (TGS), 38 rojnamevan di zindanên Tirkîyê de têne girtin. TGS jibo sedema girtina rojnamevanan jî dîyar dike ku rojnamevan jiber nivîs û gotinên xwe têne girtin û ew banga berdana hemî rojnamevanên girtî dike.

Raporta Mem Botanî - Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00
XS
SM
MD
LG