Grûpêkê tûnd ya Tirkên nîjadperest dibe armanca vekolînê li Ewrûpayê, piştî ku ew di meha Mijdarê de ji ber kiryarên tûndrê û gotînên nefretê li Fransayê hatin qedexe kirin.
Grûpê Gûrên Gewir bi dehan salane li Tirkîyê çalak in û pir caran ji ber kiryarên tûndrê li dijî etnîka Kurd, rêberên çepgir û kemanîyên mezhebî yên Alevîyên li Tirkîyê tawanabr hatine dîtin.
Lê niha tên eşkere kirin ku grûpa tûndre li derveyê Tirkîye jî çalak e.
Di meha 10ê de, polîsê Fransa li Decines-Charpieu li nezîkî bajarê Lyon ragihand ku di encama pevçûna di navbera nijadperestên Tirk û Ermenîyan de di xwepeşandana li dijî Azerbeycanê bo alozîya Qarabaxê de 4 kes birinda bibûn.
Piştî wê bûyerê Wezirê Naxwe yê Fransa Gerard Darmanin li ser twitterê ragihandbû ku grûpa tundrê ji ber dijberî, nefret, û kiryarên tund li Fransa hatiye qedexe kirin.
Wezîrê Dervê yê Tirkîyê, biryara Fransayê şermezer kiribû lê li ser hebûna Grûpa Gûrên Gewir agahî nedabû û gotbû ku grûpeke bi wî navî tûneye. Qedexeya Fransa di demekê de pek tê, ku karbidestên Tirkiyê di hefteyên borî de hîkûmeta Fransa li ser hewldana wê ya diji Îslamê tundrê bi xûrt rexne dikin.
Grûpa Gûrên Gewir navê nefermî ya grûpê Ulku Ocaklari ye (Tevgera Îdealist) e. Tevgera Îdealîst, di sala 1968an de, wekî beşêkê ciwanan ya Partîya Tevgera Netewperest (MHP) hatîye damezrandin. Niha partîya MHP û partîya Serokê Tirkîye Erdogan, AKP hevalbendin di hikûmeta hevpar de.
Grûpa Tevgera Îdealîst di salên borî de hat ragihandin ku tevlî kiryarên tundrê yên sîyasî bûne, bi giştî li dijî rêberên sîyasî û kemanîyên etnîkî û olî.
Federasyona Tirk jî, ku bi grûpa Tevgera Idealîst re tê giredaan, li dervyî Tirkîyê weke sîwana grûpên MHPê tevdigerin. Tevî ku Federasyona Tirk wekî beşekî ji Grûpa Gûrên Gewir tê binavkirin, federasyon ewê îdîayê red dike.
Roja10ê meha Mijdarê, 4 endamên parlemana Yekîtîya Ewrupa ji Îtalya daxwaz kir ku Grûpa Gûrên Gewir bixe di lîsta terore ya Yekîtîya Ewrûpayê de.
Roja 18ê meha Mijdarê, Parlemana Almanyayê bi pêşyaseyêke han da hîkûmetê ku ew grûpê li Almanyayê qedexe bikin û propogandayên wan li ser Înternetê rawestînin.
Parlementerê Partîya Kesk yê Almanyayê Cem Ozdemir dibêje "Em nikarin bizanin çawa ew Grûpê Gûrên Gewr li Tirkîye rexistin dibe, le li Almanya em dikarin kiryarên wan li diji mirovên aşîtîhez rawestînin."