Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Welatîyek Xwîşka Xwe Dikuje


Xwepêşandana dijî kuştina Melek Aslan
Xwepêşandana dijî kuştina Melek Aslan

Roja Çarşemê li Amedê, li taxa Ofîsê li Kolana Hunerê, jinek hate kuştin.

Di destpêkê derbarê bûyerê de agahîyên zelal tunebûn lê rojêk şûnda çîroka xemgîn ya Melek Aslana 24 salî dîyar bû.

Ew ji navça Kahta yê ya bajarê Semsûrê bû û ji Zanîngeha Dîcleyê, beşa Mamostetîya Matematîkê derçûye. Yê ku wê kuştîye jî birayê yê wê yê 21 salî ku navê wî Mustefa ye.

Li gorî îfadeya wî ku li ajansa DHA belav bû, Mistafa Aslan gotîye wî "Namusa malbata xwe paqij kirîye."

Li ser twiterê ew roj fotografek ji ciyê bûyerê li ser twiterê bû trend ku
Melek li parkê serpiştkî ketîye û li ber lingê wê jî çenteyê wê û pirtûkên wê mane.

Derket holê ku beriya mehekî Melekê li bajarê Sakarya gilîyê zilamek bi navê Orhan Vatansever kiriye ku dozgeriyê li ser giliya wê biryara dûrxistinê daye wî.

Li gorî nûçeyan Orhan û Melek berîya salek biryara zewacê didin lÊ Melek di îfadeyên li Emnîyetê gotîye " Jiber kumreşî û tundîyê" dest jê berdaye.

Orhan jî telefonê malbata wê kirîye gelek tiştên xerab li ser keça wan gotîye.

Mustafa Aslan hat girtin, Orhan Vatansever jî jiber bandor li ser Mustafa kirîye roja Şemiyê li bajarê Sakarya hatîye girtin.

Komelên jinan li Amedê kuştina Melek bi daxuyanî û çalakiya rûniştinê li ciyê ku Melek hat kuştin, şermezar kirin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng, daxuyanîya jinan ya li ser Melek Aslan jî li ser vîdyoyê temaşe bikin.

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:11 0:00


XS
SM
MD
LG