Serokwezîrê Polonya Donald Tusk îro Çarşemê rexneyên ser plana sekinandina demkî ya wergirtina serlêdanên penaberîyê red kir û got ku ewê sînorên xwe yên rojhilatê welêt biparêzin.
Tusk ji endamên parlamana Polandî re re got ku ewê hemû bijareyên qanûnî bi kar bînin ku sînorê Polonya biparêzin û jiber ku Polonya nikare bê çare bimîne.
Axaftina Tusk ya li parlamanê piştî gotara Serok Andrzej Duda ya li heman parlamanê hat ku tev li rexneyên oposizyonê kiribû ku polîtîkaya nû ya penaberî ya hikûmetê wê zararê bide rikeberên Belarusî ku ji zordarîyê direvin.
Polonya di salên dawîyê de mêvandarîya bi hezaran alîgirên opozisyonê yên ji Belarûsê dike ku piştî serketina serokê wê dewletê Aleksander Lukashenko ya hilbijartina 2020an ji welatê xwe revîbûn.
Tusk got ku rexneya Duda ya li ser plana penaberîyê pûçûvale ye jiber ku ev polîtîka tenê 0 koçberên ku ji hêla Belarûsya ve bi zanabûnê hatine şandin, armanc digire.
Serokwezîrê Polonyayî herwiha rexneyên bizavkarên mafên mirovan jî red kir ku bi demkî be jî, ragirtina serlêdanên penaberîyê qanûna bingehîn ya Polonya û zagonên navnetewî binpê dike.
"Ti kes behsa binpêkirina mafên mirovan, binpêkirina mafê penaberîyê nake. Em qala nepejirandina serlêdanên wan kesan dikin ku ji alîyê Lukashenko ve, bi awayekî girseyî û bi rêyên neqanûnî hatine şandin."
Malpera hikûmetê da zanîn ku sîyaseta nû ya koçberîyê, ku dixwaze dayîna vîzeyan ji karker û xwendekaran re hêsantir bike û rê li ber vegera Polonîyên li dervayê welêt veke, tevî nerazîbûnên çar wezîrên çepgir yên kabîneyê hate pejirandin.
Pispor bal dikşînin ku koçberî wê di hilbijartinên seroktî yên 2025an de li Polonya careke din roleke serekî bilîze.
Warşova û YE dibêjin ku Belarûs û hevbenda wê Rûsya bi awayekî rêkxistinkirî penaberên ji Rojhilata Navîn û Afrîqa ber bi sînorê Polonya tînin ku Minsk û Moskow wê îdiayê red dikin.
Li ber e Tusk sibê Pêncşemê li Brukselê beşdarîya civîna serokên Yekîtîya Ewrupî bike ku li wê derê hevbendî wê helwesta xwe ya li ser koçberîyê tundtir bike jiber ku ew mijar jibo hikûmetan dibe babeteke hesas, taybetî jî partîyên rastgir yên neteweperest wê mijarê bi tundî bi kar tînin.
Jêder: Reuters