Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Polonya Tusk Dibêje Ewê bi Rêberên Cotkaran re Bicive


Serokwezîrê Polonya Donald Tusk îro Çarşemê got ku ewê bi rêberên cotkaran re ser protestoyên wan biaxife.

Cotkarên li seranserên Ewrupa çend hefte ne sînordarkirinên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên jiber guherîna îqlimê, malîyetên zêde û xwarinên ji derve yên ji welatên wek Ukrayna tên protestoyan li dar dixin.

Tusk dîyar kir ku ewê li Warsaw ya paytext ser çandinîyê hilcivînekê li dar xin û bi rêberên cotkaran re kom bibin.

‘’Kêşeyeke me ya pir girîng heye. Gava alîkarî hewce be herî zêde em alîkarî didin Ukrayna, lê jiber şer li Ewrupa herî zêde em bi kêşeyan re rûbirû mane.’’

Wî got ku ew pêşnîyara YE ya jibo sînordarkirina xwarinên ji Ukrayna ya di asta du salên dawî de qebûl nakin û divê ast berî ya şerê Ukrayna û Rûsya be.

Tusk got ku ew dikarin bi Ukrayna re danûstandinê bikin û girtina sînor jî di nav de ser sînor biryarên dijwar ragihînin.

Bi hezaran cotkarên Polanya îro Çarşemê li Warsaw ya paytext protesto li dar xistin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG