Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tusk: Di Danûstandinên Brexitê de Ti Pêşketin Çênebûye


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk piştî civîna bi Serokwezîra Brîtanya Theresa May re dîyar kir ku ser Brexitê hîn ti pêşketin çênebûye.

Xanim May bo di Peymana Brexitê de, ku di Parlamantoya Brîtanya de hatibû red kirin, hin guherîn çêbin serdana Brukselê kiribû û li wir hin danûstandin kiribûn.

Tusk ji Twitterê ragihand ku ew bi May re bo çareserkirina kêşeya Brexitê civîyaye, lê wan ti pêşketin bi dest nexistiye.

Wî da zanîn ku danûstandinên ser Brexitê dê bidomin.

Tusk berî May serdana Brukselê bike gotibû ku ‘’Cîhê kesên ku bêplan piştgirîya Brexitê dikin dojeh e’’ û li ser vê gotinê hin parlamanterên Brîtanya ew bi tundî rexne kiribûn.

XS
SM
MD
LG