Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk xwest ku Tirkîye operasyona dijî Sûrîyê demûdest rawestîne.
Tusk li Brukselê ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew careke din bang li Tirkîyê dikin ku li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere û hêzên xwe yên leşkerî bi şûnde vekişîne.
Wî da zanîn ku li gor wî ti agibest nehatiye ragihandin û ser peymana agirbestê got ku ‘’Ji Kurdan dixwazin ku radest bin û çekên xwe berdin’’
Amerîka û Tirkîyê do Pêncşemê li hev kiribû ku li bakurê Sûrîyê agirbesta bo pênc rojan destpê bike.
Rojnamevanên ajansên navneteweyî dîyar dikin ku Tirkîyê îro jî êrîş biriye ser herêmên li bakurê Sûrîyê.