Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Tusk: Trump bo Belavbûna Yekîtîya Ewrupa Dia Dike


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk dîyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump yek ji testên herî zor yê YE pê re rû bi rû maye ye.

Tusk îdia kir ku Trump bo belavbûna YE’ê ‘’dia dike’’

Donald Trump, ku jiber veqetîna Brîtanya ji YE’ê kêfxweşîya xwe ragihandibû, YE’ê bo bazirganîyê wek hevrikekî dibîne û ser NATO jî fikarên xwe dibêje.

Donald Tusk ji Kovara Die Zeit ya Alman re got ku di dîrokê de ew cara pêşî ye ku serokekî Amerîka bi awayekî eşkere dijî yekîtîya Ewrupa ye.

‘’(Trump) piştgirîyê dide Brexitê û bo yekîtî belav bibe dia dike’’ Tusk got.

Wî da zanîn ku Trump dixwaze ku yekîtîyê belav bike û ew yek ji rewşên zor yên YE’ê ye.

XS
SM
MD
LG