Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tusk jiber Derketina ji Rêketina Navokî Rexneyên Tund li Trump Dike


Tusk û Trump
Tusk û Trump

Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk, bi zimanekî tund rexne li Serokê Amerîka Donald Trump kir ku Amerîka ji peymana navokî ya ligel Îranê kişand.

“Divê Yekîtîya Ewrupa spasdar be ku kiryarên dawî yên Trump xewnên derbarê hevkarîya navbera parzemîna Ewrupa û Amerîka tune kir." Ku mirov li biryarên Trump binere, dibîne ku bi hevalên wiha, mirov ne hewceyî dijminan e.”

Hevdem, rêberên Yekîtîya Ewrupî îro li Sofya ya paytaxta Bulgarya civîn ku bijareyên pêş zindîhiştina rêketina navokî ya bi Îran misoger bikin da ku berjewendîyên aborî yên welatên endam werin parastin.

XS
SM
MD
LG