Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Tusk Ser Kuştina Xaşiqcî Bang li Endamên YE'ê Dike ku Dûrî ''Lîstikên Gumanbar'' Bisekinin


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk dîyar kir ku divê hemî hûrgilîyên kuştina Cemal Xaşiqcî werin eşkere kirin.

Tusk li Parlamentoya Ewrupa da zanîn ku kuştina Xaşiqcî ‘’tawaneke pir xofdar e’’ û got ku ‘’Emê jiber durûtîyeke herî biçûk jî fedî bikin’’

‘’Di vir de, li min nakeve ku ez bêjim kî dixwaze berevanîya berjwendîyên kê bike. Ya ez zanim, tiştê ku kêrî Ewrupa tê, bê ku meriv lê binêre di pişt vê bûyerê de kî heye, hemî hûrgilîyên kuştinê were eşkere kirin’’ Tusk got.

Tusk bang li endamên YE’ê kir ku endamên yekîtîyê û sazîyên wê dûrî ‘’lîstîkên gumanbar’’ bisekinînin.

Xaşiqcî herî dawî di 2'ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribûn, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî di konsulxaneyê de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG