Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desmond Tutu Dijberê Regezperistiyê li Afrîqa Başûr di Jiyê 90 Saliyê de Koça Dawî Dike


Helgirê Xelata Nobel Ya Aştiyê Desmond Tutu
Helgirê Xelata Nobel Ya Aştiyê Desmond Tutu

JOHANNESBURG, 26ê Kanûna Pêşî, serokatiya Afrîqa Başûr ragihand ku roja Yekşemê, qeşeyê rêzdar û di asta bilind de Desmond Tutu û xwediyê xelata Nobel ya aştiyê û kesayetiyê li dij regezperistiya spiyên serdest li Afrîqa Başûr xebat kirî di jiyê 90 saliyê da, koça dawî kir.

Serokê Afrîqa Başûr Cyril Ramaphosa di daxuyaniyekê de got "koça dawî ya qeşeyê rêzdar, Desmond Tutu, qonaxek din ya xweragiriya welatê me bû, xatir ji me xwast, ku ji nifşê jêgirtî yê Afrîqa Başûr bû ku Afrîqayek Başûr ya azadkirî ji me re hiştin."

Desmond Tutu, sala 1984ê xelata Nobel ya aştiyê wergirt jiber xebat û xweragiriya wî ya li hember regezperistiyê li Afrqîa Başûr, ku piştî 10an salên xebat û têkoşînê ew rejîma regezperist hat jinavbirin û Tutu berpirsyarîya komîta rastiyan û lihevhatinê girt ser xwe, da ku wan binpêkirin û tawanên di dema apartheidê hatîn encam dan lêkolîn bikin.

Tutu hem ji aliyê reşan û hem jî ji aliyê sipîyan ve weke wijdana zindî ya neteweyî li Afrîqa Başûr tê dîtin û weke Lehengê dijî-apartheidê bû, wî jibo "neteweke pirrengî" şer kir.

Daxuyaniya hikûmeta Afrîqa Başûr derbarê mirina Tutu çi agahî nedan, lê ew ji salên 1990an de rastî penceşêrê hatbû û çareseriya wî dihat kirin.

Dijberê Nijadperistiya li Afrîqa Başûr di Jiyê 90 Saliyê Koça Dawî Kir
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:08 0:00

XS
SM
MD
LG