Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitterê Hesabên Hin Rojnamevanên Navdar Girtin


Platforma medya civakî Twitter hesabên jimareke rojnamevanan girtin.

Hesabê rojnamevanê payabilind yê Voice of America (VOA) Steve Herman di nav wan hesaban de ye.

Şopînerên Herman gava dikevin profîla wî, rastî mesaja ‘’ev hesab hat cemidandin’’ tên.

Hin hesabên rojnamevanên CNN, New York Times û Washington Postê jî hatine girtin.

Hêjayî balkişandinê ye ku piranîya wan hesabên hatine girtin, ser guherînên nû yên li Twitterê nivîsîne.

Xwedîyê nû yê Twitterê ji Elon Musk ji Twitterê da zanîn ku ew rexneyan qebûl dike, lê ew naxwaze ku cîhê wî eşkere bibe û bo mala wî metirsî çêbe.

Musk biryarên Twitterê yên ser ‘’doxxing’’ê bi bîr xist û got ku divê rojnamevan jî li gor wan biryaran tevbigerin.

Doxxing, ew peyv e ku bo li ser înternetê eşkerekirina agahîyên takekesî tê karanîn.

XS
SM
MD
LG