Kompanya Twitter bo rêgirtina fermaneke hikûmeta Amerîkî, ku daxwaza nasnameya hesabeke Twitter’ê ya dijî sîyaseta koçberî ya Serok Donald Trump dike, serî li dadgehê da.
Twitter dibêje ku ewê li ser bingeha azadîya peyîvînê agahîyên derheqa xwedîyê hesaba @ALT_uscis nede karbidestan.
Li gor gilînameya li dadgeheke federal ya li San Fransisco, tê îdia kirin ku, herî kêm karmendekî federal ya koçberî bi rêvebirina wê hesabê radibe.
Piştî sondxwarina Trump gelek hesabên Twitter’ê xuya bûbûn ku nav û logoyên sazîyên fermi yên hikûmeta Amerîkî bi kar tînin û bi xurtî dijberîya nêrînên Serok Trump dikin.
Ew hesab xwe wek “alt” anku alternatîf bi nav dikin û taybetî derbarê koçberî, avakirina dîwara ser sînorê û germbûna gerdûnî nêrînên alternatîf ji yên Trump re pêşkêş dikin.
"Mafê azadîya peyîvînê ji karînerên Twitter’ê û ji Twitter’ê bi xwe re berdest e, jiber ku Guherîna Yekê ya di Qanûna Bingehîn ya Amerîkî de (First Amendment of the U.S. Constitution) ev maf daye û tê de karanîna agahîyên bi rengê anonomî û axaftinên sîyasî bi laqaban jî pêkan e,” Twitter’ê di serlîldana doze de got.