Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitterê Pirtir ji 7000 Hesabên Nêzî AKP'ê Girtin


Platforma medya civakî, Twitterê ragihand ku wan 32,242 hesabên girêdayî dewletan tevdigerin girtine.

Twitterê da zanîn ku ew hesabên han bo hikûmetên Tirkîye, Çîn û Rûsya dixebitîn.

Li gor daxuyanîya Twitterê, komên hesaban yên li Tirkîyê di serê sala 2020’an de hatine tespît kirin.

Analîzên Twitterê raber dikin ku ew hesabên sexte, ku hejmara wan 7,340 e, bo piştgirîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û pesindana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hatine karanîn.

Ew hesabên nêzî baskên ciwanan yên AKP’ê girêdayî navendekê bûne ku di nav wan de hesabên hikûmetê rexne dikin û piştre hatine bi dest xistin jî hene.

Twitterê dîyar kir ku ew hesab bo bazirganîya pereyên krîpto jî hatine xebitandin.

Kompanîya medya civakî da zanîn ku li Çînê jî komeke hesaban bo Partîya Komunîst ya Çînê şixulîye.

Tora li Çînê ji 23,750 hesaban pêk hatiye û bo ew hesab pirtir belav bibin 150,000 hesabên din jî hatine vekirin.

Herwiha ji Rûsya jî 1152 hesab hatine tespît kirin ku ew bo pesindana serokê wî welatî Vladimir Putin û rexnekirina rikeberan hatine karanîn.

XS
SM
MD
LG