Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitter Dest bi Sîstemeke Nû Dike


Kompanîya Twitterê îro Sêşemê ragihand ku ew dest bi sîstemeke nû ya twîtan dike ku di 24 saetan de hinda dibin.

Twitterê ragihand ku sîstema nû dê wek taybetmendîya Snapchat û Instagramê be û piştî 24 saetan twîtên ku hatine nivîsîn wê hinda bin.

Kompanî dîyar dike ku ew taybetmendî dê jibo hemî kartînerên seranser cîhanê berdest be.

Twitterê berê jî plana xwe ya jibo twîtên kindemî ragihandibû û ew yek li welatên wek Brezîlya û Hîndistanê ceribandibû.

XS
SM
MD
LG