Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê dîyar kir ku CEO û berpirsê giştî yê Twitter Inc (TWTR.N) Jack Dorsey dê kar vekişanîna xwe ragihîne.
Hevdem, Reutersê got ku jibo cîhê Dorsey, kesekî din hatiye destnîşan kir.
Reutersê ev agahdarî ji zarê çavkanîyekî ragihand.
Dorsey di tweeta xwe ya dawîya 28'ê Mijdarê de, got ku: "Ez ji twitterê hez dikim".
Tweeta wî ji hêla zêdetirî 54.000 kesan ve hate 'hezkirin' (like).
Heman çavkanîyê da zanîn ku rêvebirîya kompanîya medya civakî ji sala borî ve, bo karvekişîna Dorsey, amadekarîyan dike.
Ev nûçe dema ku Twitter bo pêşbazîya bi bi hevrikên medya civakî yên wekî Facebook Inc (FB.O) û TikTok re û bo armanca xwe ya du qat kirina dahata salane heya 2023'an, sala borî leza nûkirina hilberê xwe zêde kiribû, pêk hat.
Kompanîya Elliott Management Corp di destpêka 2020'an de dev ji kar berdana Dorsey xwestibû , piştî ku fona hedge îda kiribû ku ew jiber ku kompanîya dravdayînê Square Inc jî rêve dibe, bala xwe nade ser Twitter'ê.
Lê Dorsey, parên ji kompanîya kirînê Silver Lake Partners da Elliott û hevalbendê wê, givaştinên ser xwe dûr xist û di rêvebirîya Twitterê de cîh girt.
Twitterê heya niha di derbarê nûçeyên karvekişîna Dorsey de, ti daxuyanî yan şîroveya fermî ranegihandîye.