Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Firokeyên Leşkerî Yên Hindistanê Li Hev Ketin û Firokvanek Mir


Du firokeyên şer yên Hêza Esmanî ya Hindistanê îro Şemiyê li hev ketin û di encama de firokvanek mir û 2 kesên din jî birîndar bûn, dema ku rahênanên leşkerî li başûrê New Delhî ya paytext dihatin kirin.

Eve lihevketina herî dawîyê ye ji rêzbendeka rûdanên ketina firokeyên leşkerî, di demekê de ku hikûmet hewl dide hêzên xwe nûjen bike û kêşeyên ewlehî yên tevlihev yên Hindistanê çareserbike .

Yek ji wan firokan Sukhoi Su-30 ya Rûsî bû, ku du pîlot hilgirtibû, û yeka din Mirage 2000 ya Frensî bû, ku pîlotek têde bû, her du firoke ji baregeha esmanî ya Gwalior rabûn, derdora 50 kîlometreyan rojhilatê cihê ku lê ketin.

Hêza asmanî ya welat di daxuyaniyekê de got, "Firoke di erkeke rûtînî ya rahênana firînê de bûn,". Wê her wiha got ku yek ji sê pîlotan bi giranî birîndar bû û canê xwe ji dest da.

Herwiha amaje bi wê kir ku ji bo diyarkirina sedema vê rûdanê lêpirsîn hat destpêkirin.

Firokeya yekem li daristanên Pahadgarh li navenda wîlayeta Madhya Pradesh, li dora 300 kîlometre başûrê New Delhî ket erdê.

Serpereştê polîsê navçeya Morena Aşutosh Bagri got "Du pîlot li nêzî cihê rûdanê hatin dîtin, ku paşî bi helîkoptera IAF de hatin derxistin û vegohastin bo çareserkirinê" Wî got jî "Her duyan rewşa metirsîdar derbaskirîne "

Firokeya duyem hinekî dûr li wîlayeta Rajasthan ket xwarê, û wêneyên karbidestên rizgarkirinê yên herêmî nîşan didin dema ku karbidestên leşkerî pişkinîna kavilên bermayê yên ku li ser erdê belavbuyn diken.

Hindistan di van mehên dawî de rastî hejmareka rûdanên esmanî yên leşkerî bû.

Pênc leşkerên artêşê di Cotmeha borî de jiyana xwe ji dest da dema ku helîkoptera wan li wîlayeta Arunachal Pradesh, li nêzîkî sînorê çekdarî û kêşe li ser heye yê welat bi Çînê re ket xwarê.

Çavkanî : AFP

XS
SM
MD
LG