Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbarê Kuştina Sivîlan li Tirkiyê Edalet Tê Xwestin


Taybet Înan ya ku 19 Kanûna 2015ê li Silopî hatî kuştin
Taybet Înan ya ku 19 Kanûna 2015ê li Silopî hatî kuştin

T'aybet Înan ya 57 salî ya ku dayika heşt zarokan bû, roja19ê Kanûna 2015an, di dema şerê xendekan de li navça Silopiyê li ber derê malê hatbû kuştin.

Tîyê wê Yusuf Înan ku xwest bi hewara wê hare, ew jî, ji aliyê segvanan ve aramnc hat girtin û hate kuştin.

Termê T'aybetê, heft şev û heft rojan li erdê ma, termê Yusuf jî di dolaba sarincê ya malê de ma.

Kurê T'aybet, Omer Înan di salvegera 6an ya kuştina dayîka xwe de jibo Dengê Amerîka axivî û got ''Heta sax bim jana dayika xwe jibîrnakim''.

Omer Înan dîsan got ''Şeş sal bi ser kuştina dayika min re derbas bûn, lê di aliyê edaletê de tu pêşketinek çênebû. Em bawer nakin ji milê dewletê edalet bicî were.''

Omer înan dibêje ''Her cara ku em di kolanê de derbas dibin wekî ku meytê dayika min hin li erdê be. Em vê traûmayê heta dawîya jîyana xwe nikarin jibîr bikin.''

Raporta Amedê 20 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:20 0:00

XS
SM
MD
LG