Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî Dê Mafê Welatîbûnê Bide hin Weberhêner û Karsazên Biyanî


Hikûmeta welatê Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî(UAE) îro Şemîyê got ew dê li hin guhertinên yasayî xwedî derkeve, da ku rê bide dayîna mafê welatîbûnê bo hin weberhêner û karsazan, di nav de jî zanyar û pizîşk û malbatên wan.

Hakimê Dubai û cîgorê serokê UAE Şêx Mihemed bin Raşid al Maktûm di twîtekê de got:

“Kabîneya UAE, dadgehên xwecihî û civatên cîbicîkar, dê kesên hêjayî mefê welatîbûnê kandîd bikin li gor pîvanên zelal ên her cûreyekê.”

Şêx Mihemed got ku yase rê dide xwedîyên paseportên UAE ku mafê xwe yê welatîbûnê biparêzin.

Hîn ne diyar e ka xwedî paseportên nû dê sûdê ji sîstema xizmetên giştî yên welêt wergirin yan na. UAE salane bi milyaran dolar li ser perewerde, saxlemî û qerzên xanîyan ji bo 1.4 milyon welatîyên xwe xerc dike.

Biyanîyên ku li UAE dimînin, caran bi vîzayên ku her çend salan carekê têne nûkirin li wir kar dikin, lê di van demê dawî de hikûmet siyaseteke nermtir di vê deraberê de dimeşîne.

XS
SM
MD
LG