Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Yekê ya ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Seredana Îsraîlê Dike


Jimareke karbidestên ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, wek şandeya yekê ya welatekî Ereb, îro seredana Îsraîlê kir, piştî ku her du alî biryara normalkirina peywendîyan dabû.

“Em aniha dîrokê ava dikin ku salên dirêj li pêş nifşên sibêrojê bisekine,” Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di dema pêşwazîya Wezîrê Aborî yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Abdullah bîn Touq el-Marî û Wezîrê Dewletê ya jibo Karên Darayî Ubeîd Humaid el-Tayer re got.

Di şandeyê de ku bi firokê ji Dubaî çûn firîngeha Ben Gurion ya nêzî Tel Avîvê Wezîrê Xezîne yê Amerîkî Steven Mnuchin û karbidestên din yên Amerîkî jî cîh girtin.

Li ber e ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîl ji hevdu re vîzayê jî rakin ku bi wî awayî Dubaî dibe welatê yekê yê Ereb ku dihêle Îsraîlî vê vîza seredana wê welatî bikin.

Her du alî herwiha hazirî dikin ku di demeke nêzîk de balyozxaneyên xwe vekin.

XS
SM
MD
LG