Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Feleknas Uca Bal Dikşîne Ser Rewşa Êzîdîyên Efrînê


Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca di daxuyanîyê de destnîşan kir di şerê Sûrî de, 400 hezar Êzîdî li Efrînê bi cîh bûne.

"Li Efrînê gelek civak û bawerî li rex hev, di nav aşitîyê de dijîyan lê operasyona ku Tirkîye bi navê "Tekoşîna li dijî terorê" binav dike, hemî civak û bawerî di bin bombebaranê de man.

Wê destnîşan kir ku gelek gund, wargeh û îbadetxane hatine bombe kirin û herî dawî 104 sîvîl hatine kuştin.

Uca da zanîn ku di nav 14 rojan de gundên Êzîdîyan wek Qestel Cindo, Gundê Mezin, Basufena, Başemra jî hatine bombe kirin.

"Li Efrînê nêzî mîlyoneke mirov bi metirsîya qetliamê re rûbirû ne. Artêşa Azad ya Surî ku li ba Tirkîye di operasyonê de ye, dixwaze Êzîdîyan bîne. Êzîdî wek keleporeke dîrokî ne û mîrasa hemî cîhanê ne, ew îro bi komkujîyek re rûbirû ne. Erka hemî mirovahî ye ku di serî de li Êzîdîyan û li hemî bawerîyên li Efrînê xwedî derkevin û wan biparêzin. “

Uca bang li Tirkîyê dike ku rojek berî rojekê, êrîşên bi ser Efrînê bidawî bike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG