Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qonaxek Ber bi Têgihiştina Diyardeyên Nenaskirî yên li Esmanan Difirin 


Tenekê nenas (UFO)
Tenekê nenas (UFO)

Pişî çend salên înkar û haşakirina vedîtina laşên Nenaskirî (UFO) yên li fezayê difirin, niha saziyên berevanî û ewlekariya Niştimanî ya Amerîka rastî fişareke mezin dibin jibo weşandin û eşkerekirina zaniyariyan derbarê wan diyarde û laşên biyanî.

Di Hezîrana 2021'an de, Pentagonê raportek weşand û piştrast kir ku di navbera 2019 û 2021 de karmendên wê 144 diyardeyên biyanî û nenaskirî li esmanan dîtine.

Lê raportê tekezkir kû ji van diyardeyan re wan çi şirovekirin nîn in û wan çi nîşan ne dîtine kû ji derveyî cîhana me şaristaniyeke din heye. Lê di heman dem de hebûna şaristaniyekê li derveyî cihana ku em lê dijîn dûr nehat dîtin.

Helbet ev diyarde li her cihê cîhanê hatine dîtin. Lê di gelek civakan de bûne çîvanok yan çîrokên girêdayî bawerîyên olî, jiber ku şirovekirinên zanistî yên bawerpêkirî jê re ne hatine kirin.

Di Hezîrana 2022'an de, Ajansa Niştimaniya Firîn û Valahiya Esmanî ya Amerîkî (NASA) tîmek pêk anî jibo lêkolîn û komkirina zanyariyan li ser Diyardeyên Biyanî Li Asmanan. Di 31'ê Gulana 2023'an de civîna yekem a giştî pêk anî jibo eşkerekirina encamên tîmê lêkolînê.

Zana û firokevanên endamên tîmên saziya NASA tekez kirin ku astengiya herî mezin di warê têgihiştina van diyardeyên nenaskirî de, nebûna dane û zanyariên tam û cihê baweriyê ne. Lê NASA tekez dike ku ev mijar gelekî hestiyar û metirsîdar e û girêdayî ewlehîya niştimanî û silametiya firînê ye.

Zanyar dibêjin, “dîtina laşên nanaskirî ku li asmanan difirin, û pîvana leza wan, û reng û şêweyê wan têra têgehiştina wan yan naskirina jêderê wan nakin.” Ew zanyariyên li berdest bersiva pirsyara herî mezina mirovan nadin ka “gelo jiyan li ser stêrek – hesareke din heye?”

Çend firokevanên sivîl û yên hêzên leşkerê Amerîkî ku ew diyarde û laşên difirin dîtine û vîdyo kirine, bawer dikin ku “em ne bi tenê ne li vê gerdûnê.” Ji vê mezintir jî, ew tekez dikin ku “gemiyên wan jî li ser erdê me nişyane û li ser erdê me ketine xwarê.”

David Charles Grusch, efserekî Hêza Hewayî ya Amerîka û karbidestê berê yê Ajansa Zanyarî, gote komîteyeke Kongresa Amerîkî û herwisa çend saziyên ragehandina Amerîkî û nêvneteweyî kû di dehan salên borî de Keştiyên ji valahiya asmanan yên ne-mirovî û laşên têde, ji hêla hukûmeta Amerîkî ve hatine dîtin û ajansên taybet dest liser danîne.

Grusch piştrast dike kû hikumet zanyariyan derbarê van laêşn biyanî û diyardeyan ji xelkê giştî vedişêre û saziyên îstîxbaratê dest heye di "kampênek pêşketî ya veşartinê" de.

Berî Grusch jî, Stephen Rassett, çalakvanê siyasî û berevankarê Saziya Eşkerkirina Zaniyariyan got “ji sala 1947'an were hikumeta Amerîkî agehdarî wê teknolojiya ne-mirovî ye” û parçeyan laşên biyanî û wan gemîyan vedişêrin.

Lê heta demên dawî jî, Pentagon înkar dikir ku hikûmeta Federal bernameyek jibo vegerandina parçeyên wan laşên nenaskirî yên ketin erdê û berovajîkirina endezyariya wan, birêvedibe.

Lê bi saya zêdebûna kesên taybetmend kû daxwaza zaniyariyên zelal li dor wan renge bernameyan dikin, êdî hewlên înkarkirin û veşartinê bê sûd bûn û giha qonaxa kû Kongrêsa Amerîkî qanûnek pejirand hikûmetê neçar dike hemû zanyariyên berdest sebaret wan laşên biyanî û gemiyên wan- eger hebin- û ka çi dizane û çi dike, eşkere bike.

Evca bi dawî înana siyaseta veşartina zanyariyan bi yasayeka Kongirêsê kû pêşbînî heye li 2024'an bikefte warê cêbicêkirinê, hîvî heye kû xelkê giştî bi şêweyek zanistî reftarê bi wan diyardeyên biyanî, û laşên difirin, û gemiyên wan re bike kû heta niha jî em wan weka çîrokên efsaneyî di filîmên Haywood de dînin.

Di heman dem de, reng e ew bibe qonaxa vegûhestinê ber bi bersiva pirsyarên mezin yên zanayên hemû cîhanê ka eger ew diyarde metirsî ne li ser jiyana me? Teknolojiya wan laşên nenaskirî ji ya mirovan pêşketîtir e? Ew şer dixwazin yan aştîxwazin? Eger ew xwedî şaristanî bin, li ser yek ji milyarên stêre û hesarên gerdûnê, emê karibin ji hev têbigehin û berjewendiyên dualî biparêzin?

XS
SM
MD
LG