Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Cejna Sersalê de li Uganda Herî Kêm Neh Kes Mirin


Sala Nû 2023
Sala Nû 2023

Polîsê Uganda roja Yekşemê ragihand ku Herî kêm 9 kes mirin, di nav wan de zarokekî 10 salî jî heye.

Bûyer di wî çaxî de pêkhat dema ji bo mêze kirina fîşekên hewayî de (Lîstikên Agirîn) di nav girseyeke qelebalix de li navendeke bazirganî li nêzîk paytexta Ugandayê di nava kolanek teng de paldan çêbû û 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê polîsê paytext Kampala daxuyaniyek da û got, li navenda Freedom City ya bazirganî li nêzîk paytext dema bû nîva şevê û zenga sala nû lêda "gelek xelk asê man dema ku hejmarek zêde dixwestin "avêtina fîşekên agirîn bibînin, dema weha çêbû, ev bû sedem ku gelek kes jiber xeniqînê jiyana xwe ji dest bidin, Polîsan got, "Bi zelalî heta nihe 9 kes mirine."

Bo cejnên sersala nû li navendeke bazriganî ya li ser rêya giştî ya ku paytext Kampala bi firokxana Entebbe ve girê dide bûyer pêkhat.

XS
SM
MD
LG