Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Assange li Parlemana Brîtanya Zincîreka Mirovî Çê Dikin


Julian Assange
Julian Assange

Alîgirên damezrînerê WikiLeaks Julian Assange roja Şemiyê zincîreyek mirovî li dervayî parlemana Brîtanya ava kirin da ku dawî li hewildana Amerîkayê yên radestkirina wî ji bo rûbirûbûna tawanan bînin.

Bi sedan xwepêşander, di nav wan de Jeremy Corbyn, serokê berê yê Partiya Karker a opozîsyona Brîtanya, di rêzekê de kom bûn ku ji hêlên parlemanê dirêj dibû û ser pira Westminster a nêzîk heta aliyê din ê çemê Thames.

Stella Assange, hevjîna çalakvanê Australî, got divê hukûmeta Brîtanî bi rayedarên Amerîkî re biaxive da ku daxwaznameya radestkirinê ya ku di sala 2019an de hatî destpêkirin bi dawî bike.

Wê got, "Jixwe ev sê sal û nîv derbas bûne. Ev lekeyek li ser Brîtanyayê ye û lekeyek e li ser rêveberiya Biden."

Alîgirên Assange her wiha çaverêye roja Şemiyê li derveyî Wezareta Dadê ya Amerîkî li Washington protesto bikin.

Assange yê 51 salî, ji aliyê rayedarên Amerîkî ve ji ber 18 tawanan tê xwestin, di nav de tawana sîxuriyê, têkildarî belavkirina belgeyên leşkerî yên nehênî yên Amerîkî û kabloyên dîplomatîk ên ji aliyê WikiLeaks ve.

Waşîngton dibêje ku wî jiyana xwe xistiye metirsiyê. Alîgirên wî dibêjin ku ew hatiye mexdûrkirin ji ber ku wî xeletiya Amerîka di pevçûnên li Afganistan û Iraqê de eşkere kir.

Tîma yasayî ya Assange li dijî biryara Londonê ya radestkirina wî serî li Dadgeha Bilind a Brîtanyayê da.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG