Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dijî Fermandarên Leşkerî û Îranî Toleyên Nû Ragihandin


Hikûmeta Brîtanya îro Sêşemê ragihand ku dijî 12 fermandarên leşkerî yên Rûsî û karsazên Îranî toleyên nû hatine danîn.

Brîtanya, bi sedema ku êrîşên muşekî yên dijî bajarên Ukraynî fermandarên Rûsî xiztine lêsta reş û yên Îranî jî jibo peydakirina dronên leşkerî yên ku di êrîşan de hatine xebitandin, ceza kirin.

Brîtanya got ku di nav wan kesên ku hatine tolekirin de Serokerkanê Rûsî General Robert Baranov jî heye ku tê bawer kirin ku fermandarê muşekên Kruzê yên Rûsî ye.

Brîtanya ragihand ku dronên ku ji hêla Îranê ve têne çêkirin, di êrîşên ser sîvîlan de roleke serekî lîstine. Li gor agahdarîyên Amerîkî Îran bûye yek ji piştgirên leşkerî yên Rûsya û bi sedan dron şandine artêşa wî welatî.

Tehran û Moskow tawanbarîyên rojavayî red dikin ku Rûsya jibo êrişkirina armancên li Ukrayna dronên Îranê bi kar tîne.

Hevdem, Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly jî got ku êrîşên Rûsî yên li ser bajar û sîvîlên bê guneh li Ukraynê wê bê bersiv nemînin.

“Rejîma Îranê jiber guhnedana bangên gelê xwe yên bo guhertinê her ku diçe di qada navnetewî tenêtir dibe û bi Pûtîn re peymanên hovane çêdike ku hebûna xwe bidomîne."

XS
SM
MD
LG