Hikûmeta Brîtanya îro Sêşemê ragihand ku ewê derfirotina kelûpelên giranbuha bo Rûsyayê qedexe bike.
Brîtanya herwiha baceke nû ya bi rêjeya % 35 deyîne ser derkirînên ji Rûsya yên bi qasî 1.2 mîlyar dolar, wekî vodka, hesin û kelûpelên din.
Ev biryar piştî zincîreke toleyên aborî ji alîyê Brîtanî jibo cezakirina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jiber dagîrkirina Ukraynayê hat.
Çaverê ye ku îro hinek toleyên din dijî dewlemendên Rûsya ji alîyê London ve werin ragihandin.
“Bacên me yên nû aborîya Rûsya wê ji bazirganîya cîhanê pirtir veqetîne û piştrast bike ku ew sûdê ji sîstema navnetewî ya ser bingeha qanûnê negire, jiber ku ew bi xwe rêzê li vê sîstemê nagire,” Wezîrê Darayî yê Brîtanî Rishi Sunak di daxuyanîyekê de got.
Hikûmeta Brîtanî got ku qedexekirina derfirotina ser Rûsya dê nêzîk karîger bibe û ewê destnîşan bike dê ev qedexekirina çi berheman li ber xwe bigire.
Ji niha ve gelek kompanîyên Brîtanî wekî trombîlên Jaguar Land Rover û Aston Martin û marka kincan ya Burberry ragihandine ku ew bi awayekî demkî navendên xwe li Rûsya digirin yan jî şandina berhemên xwe bo wir radiwestînin.
Rûsya dibêje ku ew “operasyoneke taybet” jibo bêçekkirin û “hilanîna nazîzmê” ji Ukraynayê pêk tîne. Lê, Kîev û hevalbendên wê dibêjin ku ev jibo dagîrkirina welatekî demokratîk ku 44 mîlyon kes tê de dijîn, behaneyeke bêbingeh e .