Şahê Erebistana Saudî li gel wezîrê xezîneya Brîtanya Philip Hammond kom bû ji bo gotûbêjkirina weberhênanên abûrî û darayî di navbera herdû welatan de û her wiha hevrêziya ewlekarî, di demekê de ku girjî li gel Îranê bilind dibine.
Nivîsîngeha derve ya Brîtanya got Hammond li gel şandekî ye ku wezîrê weberhênanê û rêvebirê cîbecîkar ê borsa Londonê vedihewîne.
Brîtanya dibêje Hammond li bajarê Jidde ye wek beşek ji piştgiriya berdewam a hikûmetê bo çaksaziyên abûrî û civakî yên Erebistana Saudî.
Hammond her wiha li gel wezîrên derve û darayî û weberhênan û navxweyî yên Erebistana Saudî kom dibe.
Ajansa Erebistana Saudî ya nûçeyan ragihand ku kombûna li gel şah Selman îro Yekşemê bû.