Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Brîtanî Wê Ser Qedexeya Cixareyê ya bo Ciwanan Dengdanê Bike


Parlamanterên Brîtanî wê îro Sêşemê ser pêşnîyara Serokwezîr Rishi Sunak dengdanê bikin ku kirîna cixareyê li herkesê li temenê 15 û jê jêrtir qedexe dike.

Çaverê ye pêşnîyara Sunak were pejirandin, lê plana wî hêrsa hin endamên Parîya Konservatîf ya li desthilatê rakir ku ew dibêjin divê dewlet mudaxale li sekn û stîla jîyanên mirovan neke.

Parlamanter wê di dengdanê de serbest bin ku ew ne mecbûr in li gor xeta partîyên xwe dengên xwe bidin.

New Zealandê îsal qanûneke bi heman rengî berî ku bikeve merîyetê betal kiribû.

Sunak ji planên ser guherîna îqlimê heta polîtîkayên berevanîyê di hin mijaran de bi rexneyên endamên partîya xwe re rûbirû maye û di vê dengdanê de jî ger ji Partîya Konservatîf bertekeke tund were nîşan dan ewê derbeke din li Sunak keve.

Anket raber dikin ku di hilbijartinên dawîya salê de Partîya Karkeran ya li muxalefetê bi ser dikeve û pêşnîyara Sunak ya ser cixareyê yek ji polîtîkayên wî yên herî girîng e.

Bernivîsa Qanûnê ya Titûn û Cixareya Elektronîk armanc dike ku rê li ber wan zarokên ji 2009’an pê ve çêbûne digire ku ew wan nekirin.

Sunak dîyar kir ku ewê bi wê qanûnê dijî sedemên nexweşî, seqetî û mirinê têkoşînê bikin.

Pisporên û rêxistinên saxlemîyê dibêjin ku her sal jiber cixareyê 80,000 kes dimirin û di pirtir kesan de nexweşîyên jiber cixareyê çêdibin ku ew piştgirîyeke xurt didin pêşnîyara Sunak.

Parlamanterê Konservatîf Simon Clarke ji BBC’re got ku qedexeya ser cixareyê dikare bandoreke berovajî çêke.

Clarke dîyar kir ku bi qedexeyan re dibe ku forsa cixareyê zêdetir bibe û di firotinên veşartî de dibe ku karbidest bi dijwarîyên hîn giran re rûbirû bimînin.

Lê tevî rexneyan jî jiber piştgirîya Partîya Karkeran çaverê ye plana Sunak were pejirandin. Piştî erêkirina li parlamanê, bernivîs wê here qonaxeke din.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG