Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sunak: Emê di Adarê de ji Ukrayna re Tankan Bişînin


Hikûmeta Brîtanya îro Pêncşemê ragihand ku ew plan dike ku tankan di dawîya Adarê de bişîne Ukrayna.

Li gor ragihandina hikûmeta perwerdeya karanîna tankan dê di hefteya pêş de destpê bike.

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak ji rojnamevanan re dîyar kir her tişt li gorî planê dimeşe.

Sunak got ku ew bo perwerdeyê û şandina tankan bi Ukraynîyan re di dîyalogê de ne.

Çaverê ye Brîtanya ji Ukrayna re 14 tankên Challenger 2 bişîne.

Almanya do Çarşemê biryar da ku ji Ukrayna re tankan bişîne û rê da hevbendên xwe ku ew stokên xwe bo Kîevê Vekin.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukyrayna de bi Kîevê re ne.

Kremlîn dibêje Washington û hevbendên wê yên Ewrupî bi şandina tankan dikevin şerê li Ukrayna.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG