Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serlêdana Assange ya Bo Serbestberdana Bi Kefalet Hate Red Kirin


Dadgeheke Brîtanya îro Çarşemê serladana damezrênerê WikiLeaks Julian Assange ya bo serbestberdana bi kefaletê red kir û dadwer got ku dibe ku ew ji edaletê bireve.

Heman dadwer Vanessa Baraitser roja Duşemê biryar da ku Assange neyê radest kirinê Amerîkayê jiber ku ew ê di bin xetera xwekujiyê ewê di bin xetera xwekujîyê de be.

Assange piştî biryara doh daxwaz kiribû ku bi kefalet were azad kirin. Lê, dadwer Baraitser serdana wî bi sedema ku ew di 2012'an ji edaletê revyaye û heft salan li balyozxaneya Ekvadorê maye.

Assenge got ku divê Amerîka mafdar be ku bo betal kirina biryara wê ya redkirina radestkirinê serî lê de.

Destgirta Assange, Stella Moris ku dayîka wî du zarokên wî bo biryara dadgehê redkirina kefaletê nerazîbûna xwe anî ziman û got ku ev dilşikestinek mezin e.


WikiLeaks ragihand ku ew ê dijî redkirina kefaletê serî li dadgehê bidin.


Piştgirên Assange jibo eşkerekirina ku ew wek binpêkirinên desthilatdariyê ya ji hêla Amerîka binav dikin, wî mîna qehremanek dibînin.


Lê, kesên nerazî wî wek kesayetek xeter a ku ewlehîya Rojava hilweşandîye derdixin pêş û dibêjin ku ew rojnamevan e.

WikiLeaks bi sed hezaran belgeyên dîplomatîk yên nehênî yên Amerîka yên ku gelek caran di derbarê rexnegirên Amerîka yên serokên cîhanê, ji Serokê Rûsya Vladimir Putin heya endamên malbata Qralîyeta Erebistana Saudî, weşandibû.

Hejayê destnîşan kirinê ye ku Amerîka, Assangê 49 salî, bi 18 tawanbariyên têkildarî weşandina belgeyên leşkerî yên nepenî yên Amerîka û bo eşkere kirina pêzanînên dewletê tawanbar dike.





XS
SM
MD
LG