Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Brîtanî jibo Vaksîna Xurtker Ketine Dorên Dirêj


Bi hezaran Brîtanî îro Duşemê li pêş navendên vaksînkirinê ketine dorên dirêj ku dijî cureya omicron ya vîrusa korona, vaksîna xurtker li xwe bidin.

Serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson êvara Yekşemê di axaftina televîzyonî de bang li hemwelatîyan kiribû ku derzîya hêzker li xwe bidin.

Johnson gotibû ku hesên 18 salî û mezintir wê bikanibin heta 31ê Berfanbarê bi belaşî vaksîna xurtker wergirin.

“Perpûnên xurtker wê parastina me ya dijî pêleke nû ya vîrusa korona xurtir bikin,” Johnson got.

Karbidestên saxlemî yên Brîtanî didine zanîn ku pêketinên cureya omicron di nava sê rojên dawîyê de zêde dibin û ew cure dibe vîrusa karîger ya li wî welatî.

Karbidestan herwiha ragihand ku ji cureya omicron mirina yekê li Brîtanya hatiye tomar kirin.

Hikûmeta Brîtanî jiber zêdebûna pêketinên koronayê roja Yekşemê asta hişyarîyê bilind kiribû û regirîyên nû wergirtibûn.

XS
SM
MD
LG