Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje Hin Zarok bi Semptomên Girêdayî COVID-19 Mirine


Matt Hancock
Matt Hancock

Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya Matt Hancock îro Seşemê got ku jimareke zarokên Brîtanî, ku ji berê de nexweşîyên wan tunebûn, îhtîmal e ku bi sedemên girêdayî COVID-19 mirin.

“Ew nexweşîyeke nû ye ku em wer dikin peywendîya wê bi vîruisa korona û COVID-19 hebe. Em % 100 ne piştrast in jiber ku hin kes hîn test nebûne. Gelek lêkolînên me yên ser wê nexweşîyê didomin jiber ku ew ji me re xemeke mezin e,” Hancock got.

Heta demeke kurt bawerî hebû ku zarok wek dê û bav û kal û pîrên xwe bi vîrusa korona nakevin, lê ew nexweşîya nû ku li Brîtanya, Îtalya û Îspanya tê dîtin, bedena mirovan pir germ dike û wan dikuje.

“Tevî ku hejmara zarokên ku bi wê nexweşîyê dikevin hindik e, ew nexweşî xemeke girîng E,” Hancock, ku yek ji wezîrên ji şerê dijî korona berpirs e.

Wî zelal nekir ku heta niha çend zarok jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG