Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya Hejmara Mirinên ji COVID-19 ji 100 Hezarî Borî


Hikûmeta Brîtanî îro Sêşemê ragihand ku hejmara mirinên ji vîrusa korona ji 100 hezar borî.

Hikûmetê hişyarî da ku heta ku programa vaksînkirinê destpê bike wê hejmara mirinan pirtir be.

Brîtanya di bilinbûna mirinên ji COVID-19 de, li seranser cîhanê welatê pêncan e û îro 1,631 kesên din ji wê nexweşîyê mirin.

Brîtanya herwiha ragiyand ku îro 20,089 bûyerên nû yên pêketina COVID-19 hatine tomar kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku heta niha 100,162 kes ji korona mirine ku ew hejmara ji mirinên di Şerê Cîhanê de pirtir e.

XS
SM
MD
LG