Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanên Brîtanî Serdana Rojava Dikin


Ajansa Reuters ragihand ku ​parlamenterên Partîya Karkeran ya Brîtanya, ku di nav wan de endamên civata jorîn Maurice Glasman û endamê parlamentoyê Lloyd Russel-Moyle hene, li Qamişlo bi rêvebirên Kurd re kom bûn.

Glasman ji karbidestên Kurd re dîyar kir ku wan bo peywendîyeke demdirêj serdana Qamişlo kiriye û ew dê bi her awayî hevkarî bi Kurdan re bikin.

Siyasetvanê Brîtanî Glasman ​dîyar kir ku dê serdanên xwe yên li bakurê Sûrîyê bidomînin û bi karbidestên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re jî kom bibin.

Parlementerê Partîya Karkeran, Russel-Muylle jî da zanîn ku ew dê çavdêrîyên xwe yên li serdanê ligel parlementoya Brîtanya parve bikin.

Muylle got ku ​ û ew hêvî dikin ku çekfirotana ji Tirkîyê re bi awayekî baş were vekolîn.

Berpirsê Karê Derve yê Kantona Cizîrê, Abulkerîm Omer dîyar kir ku cara yekê ye şandeyeke Brîtanya ya payabilind, bi awayekî eşkere serdana wan dike.

Omer da zanîn ku wan berê jî bi karbidestên Brîtanya re hevdîtinên ku nedihatin eşkere kirin dikirin, lê cara pêşî ew bi awayekî fermî bi wan re kom bûne.

Omer got ku wan bi karbidestên Brîtanya re, ser bûyerên Efrînê jî axifîne.

XS
SM
MD
LG