Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mezintirîn Banda Tawankaran li Brîtanya Hat Girtin


Polîsê Brîtanya roja Pêncşemê ragihand ku wan mezintirîn operasyon li dij bandeke tawankarên "Stemkar" encam daye û hezaran derbe û kompiloyên tawankarî yên weke planên kuştinê pûç dexestine, piştî ku dest danî ser toreka xizmetkariyên têkilyan ya wan tawankaran.

Ajansa Niştîmanî ya jinavbirina tawanan (NCA) gotiye, tîmeka pisporan şiyane bandeke tawankarî eşkera bikin bi wê operasyonê karîne "giyanê nêzî 200 kesan biparêzin ku bi kuştinê dihatin tehdîd kirin".

Nikki Holland.berpirsa beşa lêkolînan ya ajansa NCA gotiye"em karîn bi hevkarî kar bikîn û xelkî biparêzîn piştî ku banda tawankarî ji qata navîn û lîderên tawankaran ku weke Îkonên naskirî dihatin dîtin û weha xwe nîşan dida ku kes nikare bigihe wan, çendîn salin yasayê binpê dikin, niha belgeyên tawankariyê di dest me dane."

Ajansa Niştîmanî NCA dibêje, ji sala 2016an heta niha tevî hevpeymanan ew kar dikin ku xwe bigehînin şifreyên dezgeha têkiliyên navnetewî ya wê bandê ku bi navê "EncroChat" tê naskirin jibo tawanên xwe saz kirîye.

Berî du mehan lêkolerên Fransî û Holandî EncroChat deşifre kirbû ku li cîhanê 60,000 karîner û endamên wê hene û tenê li Brîtanya 10,000 endam hene.

Niha EncroChat hatiye girtin û polîsê Brîtanya 746 haletên binçavkirinê encam dane û dest danîye ser nêzî 67 milyon dolarên, herwiha 77 çekên otomatîk giritne, di nav da reşaşe û tivengên êrîş kirinê û 2 tonê narkutîkê hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG