Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Piştrast Dike ku Leşkerekî Wê li Sûrîyê Hate Kuştin


Leşkerên Brîtanî li Rojhilata Navîn
Leşkerên Brîtanî li Rojhilata Navîn

Wezareta Berevanî ya Brîtanî ragihand ku leşkerekî wê, di peqîneke bombeyî de li Sûrîyê hate kuştin.

"Em bi xemgînî piştrast dikin ku endamekî hêzên çekdar yên Brîtanî, di peqîna bombeyekê de, do Pêncşemê li Sûrîyê hate kuştin. Dema bûyer qewimî, leşkerê Brîtanî ligel hêzên Amerîkî di operasyoneke dijî DAIŞ’ê de cîh digirt,” daxuyanîya wezaretê got.

Wezareta Berevanî da zanîn ku malbata leşkerê kuştî hatiye agahdar kirin.

Karbidestên Amerîkî jî îro ragihandibû ku endamekî leşkerîya Amerîkî li Sûrîyê hatiye kuştin.

Du karbidestên Amerîkê ku nexwestin navê wan eşkere be, ji Reutersê re gotibû ku bûyer li nêzî bajarê Minbicê qewimîye, lê, wan red kiribû ku nasnameya kesê din eşkere bikin.

Koalîsyonê jî demeke zûtir ya îro ragihandibû ku 2 endamên wê li Sûrîyê hatine kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne, lê ti hûrgilî li ser nasname û cîhê peqînê nedabû.

XS
SM
MD
LG