Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Serokwezîrê Brîtanyayê li Afganistanê Digel Talîbanê Dicive


Boris Johnson di parlemenê de li London
Boris Johnson di parlemenê de li London

Nûnerê taybet yê Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson li Afganistanê digel rêberên Talîban civîya daku krîza mirovahî giftûgo bikin û nehêlin welat bibe bingehê mîlîtanan.

Simon Gass, nûnerê bilind yê Johnson jibo Afganistanê, digel serokên Talîbanê, ku di nav wan da Amir Khan Muttaqi, Mela Abdul, Ghani Baradar û Abdul Selam Hanefi hebûn civîya, Wezareta Derve got.

Wezareta Derve herwiha da zanîn ku wan "giftûgo kirine ka Brîtanya çawa dikare bibe harîkar bo Afganistanê ku krîza mirovahî çareser bike, nehêle welat bibe bingehê terorîzmê û rêyên ewle jibo kesên ku dixwazin ji welatî derbikevin dabîn bikin. "Herwiha wan giftûgo li ser mafên kemaniyan, jinan û keçan kirine."

Karmendê Nûneriya Brîtanyayê bo Afganîstanê yê li Dohayê digel Gass beşdarî giftûgoyan bû.

XS
SM
MD
LG