Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstixbarata Brîtanî Dibêje Rûsya li Ukraynayê Nikare Pêşve Here

Wezareta Berevanîyê ya Brîtanya dibêje ku êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê jiber berxwedana xurt ya girseyî li hemû enîyan hatiye rawestandin.

Wezareta Brîtanî ragihand ku hêzên Rûsî di van rojên dawî de li enîyên bejahî, deryayî û esmanî pir hindik pêş ketine û ziyanên mezin dane.

Wezaretê, di nûvekirineke îstixbaratî ya ser medyaya civakî de dîyar kir ku berxwedana Ukraynî xurt e bi başî tê rêvebirin.

Wezaretê herwiha da zanîn ku piranîya axa Ukraynî, tevî hemû bajarên mezin, hîn jî di destê Ukraynîyan de ne.

XS
SM
MD
LG