Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May Piştgirî Dide Banga Amerîka ya Kêmkirina Alozîyan li Yemenê


Serokwezîra Brîtanya Theresa May piştgirî da banga Amerîka ya kêmkirina girjî û alozîyên li Yemenê.

Xanim May li parlamana Brîtanî got ku ew bi xurtî piştgirî didin bangên Amerîkî yên kêmkirina alozîyan li Yemenê.

“Agirbesteke seranser welêt tenê bi bi piştgirîya rêketineke sîyasî ya navbera alîyên şerker dikare roleke karîger bilîze,” May got.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka James Mattis banga agirbestekê li Yemenê kiribû û ji alîyêln çerker xwestibû ku demûdest vegerin ser maseya danûstandinan.

XS
SM
MD
LG