Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Ukraynî 6 Cîgirên Wezîrê Berevanî ji Kar Dûr Xistin


Ukrayna piştî wezîrê berevanî yê nû Rustem Umerov dest bi kar kir, 6 cîgirên wezîrê berevanî ji kar dûr xistin.

Hikûmetê ser dûrxistina cîgiran ti sedem nîşan neda, lê kiryarên wisa piştî wezîrên nû dest bi kar dikin pir têne dîtin.

Ji wan cîgirên ji kar hatine dûr xistin yek jî Hann Maliar e ku wê piranî ser rewşa dawî ya şer agahî didan.

Rustem Umerov serê vê mehê li şûna Oeksii Reznikov bûbû wezîrê nû.

Dema Reznikov li ser kar bû, ne ew, lê wezaret bi îdiayên perexwarinê re rûbirû mabû.

Umerov ji Facebookê ragihand ku ew wek her tim karên xwe didomînin.

Malpera Ukrainska Pravda dîyar kir ku li gor hin jêderên hikûmetê, cîgiran ser daxwaza Umerov ji kar vekişîne û ewê venegerin ser kar.

Ukrainska Prava dîyar kir ku danûstandinan ser cîgirên nû didomin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG