Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê seba hevdîtinên ser piştgirîyên jibo Kîevê serdana Albanya (Arnavutluk) kir.
Zelenskyy ji X’ê dîyar kir ku ewê bi Serokwezîrê Albanya Edi Rama re ser hevkarîya sîyasî û berevanîyê û plana aştîyê ya Ukrayna danûstandinê bike.
Wî got ku ew dixwazin jibo hewildanên aştîyê yên Ukrayna piştgirî çêbin û ew li Swîsre, Hilcivîna Aştîyê ya Cîhanî çêkin.
Wezîrê Derve yê Albanya Igli Hasanî jî got ku ew piştgirîyeke tam didin hewildanên aştîyê yê Kîevê û dîyar kir ku ewê jibo jinûveavakirinê jî destekê bidin.
Hasanî ji X’ê got ku Ukrayna dijî Rûsya ‘’bi awayekî wêrek’’ têkoşînê dike û dîyar kir ku jibo pêşvebirina peywendîyên dualî û piştgirîyê girîng e.
Li gor ragihandina dawî ya artêşa Ukrayna, hêzên Rûsî bi şev bi 10 dronan û bi jimareke muşekan êrîş li dar xistine.
Artêşa Ukrayna dîyar dike ku hêzên wê ew 10 firok xistine ku li herêmên Odesa û Mykolaiv firîne.
Jêder: VOA, Reuters, AFP