Ukrayna bang li Belarûsê kir ku beşeke mezin ya hêzên xwe yên li sînorê hevbeş û alav û maşîneyên xwe yên leşkerî vekişîne.
Wezareta Derve ya Ukrayna hişyarî da Belarûsê kir bi givaşên Moskowê ‘’şaşîyên trajîk’’ neke.
Wezaretê bang li hêzên çekdar yên Belarûsê kir ku ‘’kiryarên xwe yên nedostane’’ bisekinîne û yekîneyên xwe vekişîne derveyî sînor.
Li gor ragihandina wezaretê, li sînor di nav yekîneyên Belarûsê de hêzên taybet yên wî welatî û leşkerên kevn yên Wagner yên kirêgirtî hene.
Wezareta Derve ya Ukrayna dîyar kir ku li Gomel ya li nêzî sînorê wê yê bakur, tank, top, sîstemên berevanîya esmên û alavên din yên leşkerî hene.
Wezaretê ragihand ku Ukrayna wê li hember gelê Belarûsê ti carî dijminane tevnegere.
Serokê Belarûsê Aleksander Lukashenko 18’ê Tebaxê dabû zanîn ku Ukrayna pirtir ji 120,000 leşkerên xwe li sînorê Belarûsê bi cîh kirine û ku ew jî yek ji hemî leşkerên Ukraynî ye.
Belarûsê îro Duşemê ragihand ku wê firok, hêzên berevanîya esmên û yekîneyên zirxîn şandine sînorê Ukrayna.
Jêder: Reuters