Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Wê li Hindurê Kurskê Korîdorên Mirovahîyê Çêkin


Karbidestên payabilind yên Ukraynî îro Çarşemê radigihînin ku hêzên wan li herêma Kursk ya Rûsya herêmeke ewle çêkiriye.

Karbidestên Ukraynî dîyar dikin ku jibo sîvîlên dixwazin herin Rûsya ya Ukrayna ewê korîdorên alîkarî û derketinê çêkin.

Cîgira Serokwezîrê Ukrayna Iryna Vereshchuk ji Telegramê ragihand ku artêşa wan jibo derketina sîvîlan plan dike ku hem ber bi Rûsya ve hem jî ber bi Ukrayna ve korîdoran veke.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku ewê jibo sazîyên alîkarî mirovahî, ku di nav de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Xaçasor ya Navneteweyî jî hene, destûrê bidin.

Komîserê Mafên Mirovan yê Ukrayna Dmytro Lubinets ji Telegramê dîyar kir ku divê li herêma ewle jibo sîvîlan xwarin, derman û xizmetên din werin dayîn.

Hevdem, Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ser rewşa mirovahî û rêvebirîyên leşkerî yên herêmên ketine destê hêzên Ukraynî bi karbidestên payabilind re kom bû.

Zelenskyy dîyar kir ku hêzên Ukraynî li gor peymanên navneteweyî û hiqûqa mirovahî tevdigere.

Ukrayna îro Çarşemê ragihand ku ew li herêma Kurskê 1-2 kîlometreyên din pêşve çûye û dîyar kir ku Suzha jî ji destê hêzên Rûsî hatiye derxistin.

Hêzên Rûsî bi mehan e ku ji herêmên nêzî tixub êrîş dibirin ser herêmên sînor yên Ukrayna.

Wezîrê Navxweyî yê Ukrayna Ihor Klymenko ji Telegramê dîyar kir ku ew jibo gelê xwe yê li sînor ji êrîşan biparêzin li Kurskê herêmeke ewle çêdikin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin jî meha Gulanê ser enîya nû ya hêzên Rûsî ya li Kharkivê bi heman rengî axifîbû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG