Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Perwerdeya Xebitandina Sîstemên Patriot Wê 10 Hefteyan Bidomîne


Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Oleksii Reznikov ragihand ku perwerdeya leşkerê wan ya bo xebitandina sîstema parastina hewayî ya Patriot dê 10 hefteyan bidome.

Reznikov got ku biryar hatiye dayîn ku leşkerên Ukraynî di nav 10 hefteyan de werin perwerde kirin.

Wî dîyar kir biryar û erkên bi vî rengî ji hêla hevkarên wan yên Amerîkî ve têne ragihandin.

Amerîka, Almanya û Holanda soz dane Ukrayna ku sîstemên muşekî yên Patriot ji Kîevê re bişînin.

Rûsya di demên dawî de bi dron û muşekan êrîşan dibe ser bajarên Ukrayna û zararê dide binesazîyên wan.

Ukrayna dibêje ger hevbendên wê yên Rojavayî bo xurtkirina berevanîya esmên piştgirî bidin ewê rê li ber êrîşên hewayî bigirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG