Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Rûsî Êrîşên Xwe Zêde Kirine


Artêşa Ukrayna îro Duşemê ragihand ku hêzên Rûsî di 24 saetên borî de bi dehan bajarokên li herêmên Luhansk, Donetsk, Kharkiv, Kherson û Zaporizhzia topbaran kirine.

Artêşê got ku hêzên Ukraynî êrîş birine ser 20 armancên Rûsî.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsya do Yekşemê ragihandibû ku hêzên wê roja borî nêzî 60 leşkerên Ukraynî yên li ser xeta peywendîyê Kupiansk-Lyman kuştine û dest danîne ser gelek alavên leşkerî yên Ukraynî.

Kremlîn dibêje ku heta ku hemî armancên xê yên bejahî bi dest bixe, ewê şer bidomînin.

Hevdem Kîev jî dibêje ku ewê heya ku tevahîya hêzên Rûsî ji welat werin derxistin, tekoşîna xwe bênavber bidomîne.

XS
SM
MD
LG