Wezareta Derve ya Ukrayna îro Pêncşemê ragihand ku Rûsya bi awayekî ne qanûnî li axên wê yên dagirkirî hilbijartinan li dar dixe û bang li hevbendên navneteweyî kir ku encaman nas nekin.
Serokê Rûsya Vladimir Putin, ku du salên berê dest bi dagirkirina Ukrayna kir, hazirîyê dike ku bi hilbijartinên 15-17’ê Adarê 6 salên din seroktîyê bike.
Putin, bi gera nû, Josef Stalin li dû xwe dihêle û dibe ew serok ku li Rûsya herî zêde li desthilatê maye.
Kîevê dîyar kir ku Rûsya bi hilbijartinên li Qirim, Donetsk, Luhansk, Zaporizhzhia û Khersonê hiqûqa navneteweyî careke din binpê dike.
Li gor daxuyanîya Kîevê, bi mîlyonan Ukraynî jiber şertên şer li axên dagirkirî ne û neçar mane ku derbazî axên Rûsya bin ku Moskow bi zextan dixwaze ew jî herin ser sindoqan.
Wezareta Derve ya Ukrayna bang li Ukraynîyên li axên dagirkirî kir ku beşdarîyê li hilbijartinan nekin.
Jêder: Reuters