Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Ukrayna bi Dron û Muşekan Êrîşên Dijî Hevdu Didomînin


Karbidestên Rûsî îro Çarşemê ragihand ku piştî êrîşên dronî yên Ukrayna yên li rojavayê Rûsya hin şewat çêbûne.

Walîyê herêma Smolenskê Vasily Anokhin ji Telegramê dîyar kir ku şewat li herêmên Smolensk û Yartsevo çêbûne, lê ti kes birîndar nebûye.

Li herêma Vornezh ya li rojavayê başûrê Rûsya jî walî ragihand ku enqazên dronekê li malekê ketine û agir bi malê ketiye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku li Smolenskê 1 û li Voronejê jî 2 dron hatine xistin.

Li gor ragihandina wezaretê, li Belgorodê 2 û li Kurskê jî 3 dron hatine pûç kirin.

Ji alîyê din ve, karbidestên Kharkivê dîyar dikin ku Rûsya roja Çarşemê bi muşekan êrîş birine ser herêmê û bi kêmî ve 6 kes birîndar bûne.

Walîyê Kharkivê Oleh Synehubov dîyar kir ku muşekan zarar dane 8 avahîyan.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG