Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Rûsî Muşekên Ne Çêkirina Rûsî Davêjin


Walîyê Kharkivê Oleh Synehubov îro Înê ragihand ku Rûsya bi muşekên ne çêkirina wê êrîş birine ser hêrêmê.

Daxuyanîya Synehubov ji alîyê Suspilne ya medyaya dewletê ve hat ragihandin.

Ev daxuyanîya Synehubov li dû ragihandina Amerîka hat ku Washingtonê do Pêncşemê dîyar kiribû ku Rûsya jibo êrîşên li Ukrayna muşekên Koreya Bakur bi kar tîne.

‘’Em vekolînan didomînin. Nîşanên ser muşekan jê çûne, lê tişta ku em dibînin muşek ne çêkirina Rûsya ne’’ Synehubov got.

Amerîka dibêje Rûsya li Ukrayna muşekên Koreya Bakur bi kar tîne, lê Kîevê ev gotin hîn piştrast nekiriye.

Karbidestên Ukrayna dibêjin ew hîn nizanin ku muşekên têne karanîn yên Koreya Bakur in yan ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG