Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje bi Êrîşa Dronî ya Ukrayna li Rostovê Agir bi Depoyeke Şewitê Ketiye


(Arşîv)
(Arşîv)

Hêzên Ukraynî îro Çarşemê bi dronan êrîş birin ser jimareke herêmên li rojavayê başûrê Rûsya.

Di encama êrîşan de li herêma Rostovê agir bi depoyeke şewitê ket.

Walîyê herêma Rostovê Vasily Golubev ji Telegramê ragihand ku agirkuj jibo vemirandina şewatê dixebitin û dîyar kir ku di êrîşê de ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku hêzên wê li Rostovê 4 û li Voronejî jî 8 dron xistine.

Karbidestên Voronejî jî dibêjin di êrîşan de ti kes nehatiye kuştin û ti xisar çênebûye.

Li Belgrod ya li sînorê Ukrayna, Walî Vyacheslav Gladkov dîyar kir ku dronên Ukrayna zarar dane 3 malan, lê ti kes birîndar nebûye.

Rêvebirên Rûsî yên li Kurskê jî dibêjin li herêmê droneke Ukrayna hatiye pûç kirin.

Li Ukrayna, Walîyê Dnipropetrovskê Serhiy Lysak dîyar kir ku di êrîşeke hêzên Rûsî de bi kêmî ve 3 kes hatine kuştin û li Kryvyi Rihê binesazîyê zarar dîtiye.

Lysak got ku êrîşa îro Çarşemê li dû êrîşa kujer ya do Sêşemê li dar ketiye û bajar di şînê de ye.

Walîyê Kharkivê Oleh Syniehubov jî dîyar kir ku muşekên Rûsî zarar dane malen û 12 kes birînar kirine.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG