Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Werzişê yê Ukraynayê Dibêje, Şer 262 Werzişvanên Welêt Kuştine


Wezîrê werzişê yê Ukraynayê Vadym Huttsait
Wezîrê werzişê yê Ukraynayê Vadym Huttsait

Wezîrê werzişê yê Ukraynayê Vadym Huttsait roja Şemiyê got, şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê 262 werzişvanên Ukraynayê kuştine û 363 navendên werzîşê jî wêran kirine.

Huttsait bi serokê Federasyona Navneteweyî ya Jîmnastîkê, Morinari Watanabe re hevdîtin kir, Huttsait got divê destûr nedin werzîşvanên Rûsyayê ku tevlî Olîmpiyad an pêşbaziyên werzîşê yên din bibin.

"Ew hemî piştgirîyê didin vî şerî û beşdarî çalakiyên ku ji bo piştgirîkirina vî şerî têne lidarxistin dibin," Huttsait got, li gorî nivîsekê li ser malpera Serok Volodymyr Zelenskiy.

Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî (IOC) pêşniyar kir ku werzîşvanên Rûs û Belarûsî wekî bêalî vegerin pêşbirkên navneteweyî. Li ser beşdarbûna wan di Olîmpiyadên 2024 ên Parîsê de biryar nehatiye dayîn.

Ukrayna roja Înê got werzişvanên wê dê neyên destûr kirin ku beşdarî pêşbirkên bijartî yên Lîstikên 2024an bibin, ger neçar bin ku li hember Rûsan pêşbaziyê bikin, biryarek ku IOC rexne kiriye.

Ajansa Reutersê nekare bi awayekî serbixwe hejmara werzişvanên Ukraynayî ku hatine kuştin an çend sazî hatine hilweşandin piştrast bike.

Piştî dagirkirina Rûsya bo Ukraynayê di Sibata 2022an de, hejmarek werzîşvanên asta neteweyî ya Ukraynayê bi dilxwazî çek hilgirtin da ku welatê xwe biparêzin.

Tenê di nav kesên ku îsal hatin kuştin de, werzişvan Dmytro Sharpar, ku di şer de li nêzî Bakhmutê mir, û Volodymyr Androshchuk yê 22-salî û hêvîya Olîmpiyadê yê pêşerojê, hene.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG